Nana

Yasmin Babat, Yusuf Kırmızıgül

Na na ne şerme na na hezkirin ne fediye nejî şerm
Dilê herî hişk jî wek hevrîşimê dibe nerm
Rehên xurt û qewî berdide nav goşt û çerm
Hertim dil dikele wek sîtila avê germ
na na ne şerme

Gelî canik û ciwana guh nedin cahil û nezana
Bi dil sozî şîr helalî hezbikin wek pexrewana
Hezbikin wek Mem û zîna rê nedin Beko û ewana

Kesê evîn jiyan neke şadî û aramî nasnake
Xwedê derê bextewarî yê bê evîndar venake
Xwedê derê bextewariyê bê evîn venake

Kesê ku evînê ne jî wek çiyayê serî bi mijî
Heta bi kelecan ne hejî wek axa beyar û bejî
Heta bi kelecan ne hêjî wek axa beyar û bejî

Canzoni più popolari di Yasmin

Altri artisti di Electronica