Desmal
Anonim
desmala min şarka şîn e
lawik hatiye min bibîne
wê desmalê ji te ra tînim
bejn û bala te bibînim
ha kuro lawo de kuro cano
de zû were min bibîne
desmala min şarka zer e
lawik hatiye xwe da ber e
de keremke were derê keçê canê
desmalê tînim ji te re
ha kuro lawo de kuro lawo
rabe bîne de zû were
desmala min şarka sor e
çi digere li der dor e
desmala zer, şîn û sor e
ew evînek gelek zor e
lawo bîne kuro bîne
şarka şîn û sor û zer e
de zû were de zû were
şarka şîn û sor û zer e